Îbrahîm îsa
Îbrahîm Îsa
Sala 1985an li Sûrîyayê, bajarê Qamişloyê hatîye dinyayê.
Li Zankoya Navdewletî ya Zanist û Teknolojyayê (IUST) ya bajarê Şamê, beşa dîzayn-grafîkê xwendîye.Ji gelek xebatên dramayê û dokumanteran ra muzîk danîye û belav kirîye.
Ji 2008an ve karê rojnamegerî û televizyonê dike. Ji kanalên erebî û kurdî ra, gelek dokumanter û bername derhênane û amade kirine.
Li Sûrîya û Iraqê, ji çend rêxistinên navdewletî û xwecihî ra, gelek projeyên ragihandinê birine serî.
Aniha li Komara Federal a Almanyayê dijî û li Ewropa, Sûrîya û Iraqê dokumanter û belgefîlman amade dike.
Hûn dikarin tevaya berheman, di beşên malperê da bişopînin.